Li Dêrsimê agir bi malekê ket: 2 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

5 Tîrmeh 2023 - 03:45
5 Tîrmeh 2023 - 03:45
 0
Li Dêrsimê agir bi malekê ket: 2 kes birîndar bûn

Di demjimêrên şeva Sêşemê 4ê Hezîrana 2023an li gundê Halvorî yê girêdayî Dêrsimê ji ber sedemek nediyar agir bi malekê ketiye û di agir de 2 xortên 15 û 16 salî yên bi navên Ardil Kaan B. û Yoldaş A. birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin. Tîmên tendirustî jî birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat ragihandin din beşek ji laşê birîndaran sotiye û bi giştî rewşa wan a tendirustî baş e.

Derbarê bûyera agir de jî lêkolîn hatin destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 566 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:55:35