Li Erzerom, Qers û Erdexanê hişyariya baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, ji bo parêzgehên Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û hejmarek parêzgehên Tirkiyê hişyariya baranê da.

5 Tîrmeh 2023 - 03:42
5 Tîrmeh 2023 - 03:42
 0
Li Erzerom, Qers û Erdexanê hişyariya baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku tê pêşbînîkirin roja 5ê Temûzê li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Bolu, Sakarya, Eskişehir, Bursa, Bilecik û Kutahyayê û derdora Çiyayên Torosê baraneke zêde bibare.

Saziya Keşnasiyê dibêje tevî barana gur pileyên germê zêdetir naguherin û li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor demsalê pileyên germê bilind in.

Herwiha li peravên Deryaya Spî û bajarên weke Dîlok, Riha û Mêrdînê ji aliyê başûr ve ba heye.

Ev nûçe bi tevahî 624 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:31:25