Li Dêrsimê termê ciwanê din jî hat dîtin

Li navçeya Pulurê ya ser bi parêzeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve termê ciwanê sêyemîn ê ku 21ê Nîsanê ketibû ava Çemê Mûnzûrê hat dîtin.

13 Gulan 2023 - 07:36
13 Gulan 2023 - 07:36
 0
Li Dêrsimê termê ciwanê din jî hat dîtin

Îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an li navçeya Pulurê ya Dêrsimê termê Azad Demiral ê 21 salî hat dîtin ku ligel 2 kesên din ketibû nav ava Çemê Mûnzûrê û heta niha wenda bû.

Tîmên girêdayî AFADê di kar û xebata lêgerîna Azad Demiral de li herêma Mavikopru termek dîtin û piştî lêkolînê zelal bû ku termê Azad Demiral e. Termê Demiral bi armanca otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat şandin.

21ê Nîsana 2023an 3 ciwanên ji parêzgeha Amedê bo geştyariyê çûbûn Dêrsimê û di dema vegerê de li ser rêya Dêrsim-Pulurê otomobîla wan ketibû nav Çemê Mûnzûrê û heta niha kar û xebatên lêgerînê berdewam bûn. Termê yek ji ciwanan Baran Aslantaş 6ê Gulanê û yê Mehmet Can Demiral jî 9ê Gulanê hatibû dîtin

Ev nûçe bi tevahî 613 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:05:50