Li Dihokê mêrek û jinek li mala xwe kuştî hatin dîtin

Li nahiyeya Feydeyê ya navçeya Sêmêlê ya Dihokê, mêrek û jineke ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe kuştî hatin dîtin.

7 Mijdar 2024 - 13:00
7 Mijdar 2024 - 13:00
 0
Li Dihokê mêrek û jinek li mala xwe kuştî hatin dîtin

Çavkaniyeke ji ewlehiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku duh bi şev li Sêmêlê jin û mêrekî ku ji Rojavayê Kurdistanê ne li mala xwe hatine kuştin.

Hat zanîn ku zarokekî 5 mehî yê wan heye û ew sax e.

Navê zilam Ciwan Rêzan e û ew 35 salî ye û hevjîna jî 30 salî ye.

Hat gotin ku Ciwan Rêzan berî çend salan ji PKKyê veqetiyaye û li Dihokê bi cih bûye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her du kesan veguhastin Saziya Tipa Dadî ya Dihokê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 491 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:18