Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen re civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

7 Mijdar 2024 - 12:33
7 Mijdar 2024 - 13:13
 0
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û serkeftina proseya dengdanê bilind nirxand.

Her du alî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a aliyên siyasî û girtina rêkarên ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevdeng bûn.

Herwiha tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin.

Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, rewşa aloza Rojhilata Navîn hate nirxandin û bi pêwîstî hate zanîn ku, Iraq xwe ji wan aloziyan dûr bixe û nekeve di nava nakokiyên herêmî de.

Ev nûçe bi tevahî 537 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:13