Li Dîlokê bûyera trafîkê: 1 mirî, 6 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsekê û du otomobîlên din li hev dan û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.

23 Çile 2023 - 02:44
23 Çile 2023 - 02:44
 0
Li Dîlokê bûyera trafîkê: 1 mirî, 6 birîndar

Bûyer şeva bihorî li ser Cadeya Nizîpa Kevin nêzîkê gundê Bedîr qewimî.

Li gor zanyariyan, otomobîlekê li minîbûs û otomobîleke din da ku ji aliyê din ê rê ve dihatin.

Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên polîs, berevaniya şaristanî û tîmên tendirustî bo gihîştin cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku kesek bi navê Kamil Akgun li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, birîndar ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve ji nav otomobîlan hatin derxistin û bo nexweşxaneyên Dîlokê hatin veguhestin.

Herwiha termê Akgun jî ku di bûyerê de canê xwe ji dest dabû, bo Saziya Tiba Edlî hat şandin.

Ev nûçe bi tevahî 586 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:33:55