Li Diyarbekirê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin

Li Diyarbekirê 4 mamosteyên ku endam û rêvebirên Sendîqaya Kedkarên Perwerdehîyê (Egîtîm-Senê) bûn, ji kar hatine dûrxistin.

29 Mijdar 2022 - 09:40
29 Mijdar 2022 - 09:40
 0
Li Diyarbekirê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin

Piştî îdiayên ku Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîye, li Diyarbekirê jî ji aliyê saziyên sivîl ve daxuyanî hatibûn dayîn, piştî wan daxuyanîyan jî 47 kes hatibûn destserkirin û piştî ku li ji aliyê polîsan ve îfadeyên wan hatibû wergirtin, serbest hatibûn berdan. Lê 4 mamosteyên ku beşdarî wan daxuyaniyan bûbûn ji kar hatine dûrxistin.

Li gor agahiyên ku ji aliyê Egîtîm Senê ve hatine ragihandin, Hevseroka Egîtîm Sen a Diyarbekirê Emîne Akşahîn û 3 mamosteyên din ji kar hatine dûrxistin û hatiye diyar kirin ku dê b rêyên hiqûqî li dijî vê biryarê hewldan bên dayîn ku mamoste vegerin ser karên xwe.

Pêştir jî, Seroka Jûra Tabîbên Tirk TTBê Şebnem Korûr Fîncanci jî, ji ber ku gotibû divê ew îdeayên bikaranîna çekên kîmyayî bê lêkolînkirin, hatibû desteserkirin û girtin.

Ev nûçe bi tevahî 589 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:22