Li Dêrsimê otomobîl ji kendalekî 80 metreyî ket: 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji kendalekî ket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

9 Mijdar 2023 - 06:17
9 Mijdar 2023 - 06:17
 0
Li Dêrsimê otomobîl ji kendalekî 80 metreyî ket: 5 kes birîndar bûn

Li nêzîkî gundê Korkesê yê Dêrsimê, otomobîla bi şofêrtiya D.Ş. ji rê derket û ji kendalekî 80 metreyî ket xwarê.

Di bûyerê de şofêr D.Ş. û A.C, D.S, B.O. û Z.D.M. yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan, AFAD û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîmên parastina sivîlan û AFADê ve ji kendal derxistin jorê û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya birîndaran bi giştî baş e.

Ev nûçe bi tevahî 1131 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:56