Medyaya Rûsî: Tirkiyê 11 gundên Rojava teslîmî hêzên Rûsî kir

Tê gotin ku Tirkiyê 11 gundên devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê teslîmî hêzên Rûsyayê kiriye.

31 Cotmeh 2019 - 05:33
31 Cotmeh 2019 - 05:33
 0
Medyaya Rûsî: Tirkiyê 11 gundên Rojava teslîmî hêzên Rûsî kir

Medyaya Rûsî belav kirîye, li ser daxwaza Tirkiyê komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê, ji 11 gundên bajarê Eyîn Îsa vekişîyan û ew gund radestî hêzên Rûsî kirine.

Li gor ku hatiye gotin, ew gund dikevin ser rêya navdewletîya M4 û niha di destê hêzên Rûsî de ne.

Li gorî agahiyan, artêşa Trikiyê ji çekdaran re gotîye, ew gund ne di çarçoveya rêkevtina devera aram de ne ku di navbera Pûtîn û Erdogan de hatibû îmzekirin, ji ber wê jî divê radestî Rûsya bihên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1526 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:47