Li Êlihê pevçûna bi çekan: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Bahçelîevlerê li cîhekî kar, di navbera du koman de ji ber pirsgirêka deynan nîqaş derket û ev nîqaş veguherî şerê bi çekan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Pênc kesên ku di şer de bi çekan birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji birîndaran Murat Î.yê 28 salî û Salih Î.yê 23 salî li nexweşxaneyê mirin.
Tedawiya 3 kesên din li nexweşxaneyê berdewam dike û rewşa 2 ji wan giran e.
Polîsan ji bo girtina 2 gumanbarên ku reviyane dest bi lêkolînê kir.
Nûvekirina herî dawî: 11:32:52




































































































































































