Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesan têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiyan û bi hev re rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin.

10 Mijdar 2025 - 17:18
10 Mijdar 2025 - 17:18
 0
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesan têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê serê sibeha îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de bi Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Mihemed Hesan re rewşa giştî ya Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin.”

Di ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye: “Herdu aliyan girîngiya hilbijartinan û birêveçûna pêvajoyeka zelal a dengdanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî tekez kirin. Herwesa wan hêvî kir ku, hilbijartin û encamên wan Iraq û Herêma Kurdistanê di hemî aliyan de bigihînin qonaxeka çêtir.”

Herwesa herdu aliyan li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û têgihîştinê li hev kir û herwesa tekez li ser parastina aramî û tenahiya Iraqê kir.

Pêşhatên dawiyê yên li deverê bi giştî jî mijareka din a wê civînê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:22:06