Li Êlihê teqîn... kuşti û birîndar heye

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bombek bi hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve teqiya û di encamê de 4 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

4 Cotmeh 2018 - 03:09
4 Cotmeh 2018 - 03:09
 0
Li Êlihê teqîn... kuşti û birîndar heye

Îro Pêncşembî 4ê Cotmeha 2018 li navçeya Heskîf a ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bombek li ser rêya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê teqiya.

Li gorî agahiyan, di encama teqînê de 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Medyayên Tirkiyê ragihandine, ku teqîn di demekê de bû, ku ew hêzên ewlehiyê bo parastina Bendava Ilîsû diçûnê cihê erka xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1597 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:09:58