Li Elmaniya'yê pirsgirêkên Nivîskarên Kurd hat nîqaşkirin

Li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropayê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Nivîskarên kurd yên li welatên penaberiyê û dîtina rêyên çareserkirina wan civîneke berfireh li welatê Elmaniya bajarê Bouchm hat lidarxistin.

9 Çile 2023 - 06:03
9 Çile 2023 - 06:03
 0
Li Elmaniya'yê pirsgirêkên Nivîskarên Kurd hat nîqaşkirin

hat ragihandin ku li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropayê û bi amadebûna hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Nivîskarên kurd yên li welatên penaberiyê û dîtina rêyên çareserkirina wan civîneke berfireh li welatê Elmaniya bajarê (Bouchm) hat lidarxistin.

Her wiha hat eşkerekirin ku di civînê de, piştî gotûbêjkirina çend mijarên giring yên girêdayî rewşa çand û ziman û edebiyata kurdî li welatên penaberiyê, têde jî rewşa îro ya li Rojhelatê Kurdistanê hate rojevê û beşdarbûyan piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê ragihandin û bi taybetî binçavkirina nivîskar û wanebêjên zimanê kurdî şermezar kirin.

Herwiha salyada kuştina Qasim Suleymaniyê terorîst ku di 06.01.2023an beşdariya hejmarek berpirsên aliyên siyasîyên li Herema Kurdistanê hatiye lidarxistin bi tundî hate şermezar kirin.

Ev nûçe bi tevahî 836 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:52