Li Erdexanê di du bûyerên trafîkê de sê kes birîndar bûn

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên cuda yên trafîkê de 3 kes birîndar bûn.

7 Berfanbar 2022 - 06:18
7 Berfanbar 2022 - 06:18
 0
Li Erdexanê di du bûyerên trafîkê de sê kes birîndar bûn

Bi barîna berfê re li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.

Şavê din derengiya şevê li ser rêya di navbera Erdexan û Qersê de barhilgirek ku barê xwe Elyaf bûye wergeriyaye, di vê bûyerê de şofêrê barhilgirê birîndar bûye.

Di encama bûyerê de barê vê barhilgirê li ser erdê belav bûye û paşê bi barhilgireke din hatiye veguhestin.

Herwiha li ser rêya di navbera navçeyên Demal û Duxur ên vê parêzgehê de jî firêna barhilgirekê teqiyaye û bi carekê rawestiyaye. Şofêrê vê barhilgirê û kesek ku pêre bûyî birîndar bûne.

Her du birîndarên wê bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hatine veguhestin û rewşa wan a tendirustiyê baş e.

Ev nûçe bi tevahî 724 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:04