Li Erziromê agir: 7 mal û 8 axur şewitîn

Li navçeya Nûrgahê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, li gundekî ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket û 7 mal û 8 axur şewitîn.

1 Îlon 2023 - 05:03
1 Îlon 2023 - 05:03
 0
Li Erziromê agir: 7 mal û 8 axur şewitîn

Li gundê Koskorê yê navçeya Nûrgahê şeva borî ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi banê xaniyekî ket û ji ber bayê zêde belav bû.

Li ser agahdarkirinê ji parêzgehên Bayburt, Erzirom û navçeyên Nûrgah û Îspirê tîmên agir vemirandinê şandin cihê bûyerê.

Agir piştî xebatên 5 demjimêran hat vemirandin.

Di encama agir de li gund 7 mal û 8 axur şewitîn.

“Kesekî canê xwe ji dest nedaye”

Parêzgarê Erziromê Mustafa Çiftçi çû serdana gund û got:

“Agir demjimêr 6:30ê êvarî dest pê kiriye.

Li gor zanyariyên destpêkê 7 mal û 8 axur şewitîne. Dê tîmên me zerara gundiyan tespît bikin.

Spas ji Xwedê re kesekî canê xwe ji dest nedaye û ti ajel mirar nebûne.”

Ev nûçe bi tevahî 574 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:40