Li Fermandariya Komandoyan a Şirnexê teqîn: 2 leşker birîndar bûn

Li Fermandariya Komandoyan a Cendermeyan a Çakirsogut a li parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê di encama teqînekê de 2 leşker birîndar bûn

3 Tebax 2022 - 12:11
3 Tebax 2022 - 12:11
 0
Li Fermandariya Komandoyan a Şirnexê teqîn: 2 leşker birîndar bûn

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin ragihand, îro 3ê Tebaxa 2022an di dema hijmartin û pişkinîna teqemeniya ronîkirinê ya bi corê DM-16 li depoyeke Fermandariya Komando ya Cendermeyan a Çakirsogutê teqînek çêbûye û piştî teqînê agir bi wê depoyê û derdora fermandariyê ketiye.

Bilgîn da zanîn ku di encama teqînê de 2 leşker ji destên xwe birîndar bûne û ti ziyaneke canî nîne.

Parêzgarê Şirnexê dibêje agirê ku di encama teqînê de derketibû piştî demek kurt bi 22 wesayîtên agirvemirandinê û ji aliyê 80 karmendên agirvemirandinê ve hatiye kontrolkirin.

Ev nûçe bi tevahî 801 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:35:35