Li Geverê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

3 Sibat 2024 - 04:17
3 Sibat 2024 - 04:17
 0
Li Geverê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê demjimêr 06:09ê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan di binê erdê de bûye.

Pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:09