Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest ji kar kişand

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê dest ji kar kişand.

3 Sibat 2024 - 04:16
3 Sibat 2024 - 04:16
 0
Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest ji kar kişand

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê li ser hesabê xwe yê Xê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dest ji kar dikişîne.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê di parvekirina xwe de anî ziman:

“Weke ku raya giştî jî dizane ez ji 8ê Hezîrana 2023yan vir ve Serokatiya Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê dikim.

Ez ji bo ku xizmeta dewlet û miletê xwe bikim bi şev û roj xebitîm. Di vê xalê de bernameya me ya aboriyê berhemên xwe yên destpêkê dan.

Zêdebûna di rezervên me de, amarên aborî û nîşaneyên meyla sereke ya enflasyonê îsbata vê serkeftinê ye.

Tevî van hemû geşedanên erênî, di van demên dawî de li dijî min kampanyayeke mezin a sûîqeata îtibarê hat kirin.

Ji bo ku malbat û zarokê min ê bêguneh ê ku hîn ne yek salî ye zêdetir bi bandor nebin, min ji Serokkomarê me xwest ku ez ji erkê xwe efûyê (îstifa) dixwazim.”

Ev nûçe bi tevahî 1057 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:54:45