Li Girê Spî û Serê Kaniyê du çekdar hatin kuştin

Li navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê du çekdarên mixalefeta Sûriyeyê hatin kuştin.

14 Gulan 2024 - 07:16
14 Gulan 2024 - 07:16
 0
Li Girê Spî û Serê Kaniyê du çekdar hatin kuştin

Li navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê du çekdarên mixalefeta Sûriyeyê hatin kuştin.

Ew her du kes, di şerekî navbera grûpên çekdar bi xwe de hatin kuştin.

Çekdarek ji wan ji grûpa Şuheda Bedirê ye û çekdarê din jî endamê Ehrar El-Şerqiyeyê bû.

Herwiha çekdarek jî birîndar bûye.

Şerê her du grûpan ji ber qaçaxçîtiya mirovan bû./Rudaw

 

Ev nûçe bi tevahî 1067 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:49