Li Wanê ji ber birûskê cerdevanek mir

Li navçeya Şaxê ya Wanê, cerdevanê li baregeha leşkerî bû birûskê lê xist û mir.

14 Gulan 2024 - 07:11
14 Gulan 2024 - 07:11
 0
Li Wanê ji ber birûskê cerdevanek mir

Li Wanê û navçeyên wê ev du roj in baran dibare.

Li navçeya Şaxê birûskê li baregeha leşkerî ya li Girê Hirsizê xist.

Cerdevan Çetîn Şeylanê 36 salî ku li wê baregehê bû ji ber birûskê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Çetîn Şeylan bi ambûlansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.

Mirovên Çetîn Şeylan piştî ku xeber bihîst berê xwe da nexweşxaneyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 1034 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:46:40