Li Hewlêrê kampanyayeke paqijiyê hat destpêkirin

Hilmeteke ji bo pakkirina bajarê Hewlêrê dest pê kir, Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê jî daxwazê ji welatiyan dike, hevkar bin.

11 Tîrmeh 2023 - 07:15
11 Tîrmeh 2023 - 07:15
 0
Li Hewlêrê kampanyayeke paqijiyê hat destpêkirin

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku, şaredariya Hewlêrê dest bi hilmeteke paqijkirina bajêr kiriye.

Hêmin Qadir diyar kir: “Ev kampanya ji bo welatiyan û geştiyaran peyamek e ku bajêr paqij bikin.”

Da zanîn jî: “Ji bilî komkirina zibilên malan, dê meydan û cihên vala li taxan jî bên paqijkirin.

Hêmin Qadir eşkere kir ku bi hemahengiya ligel şaredariya Hewlêrê dê her roja Çarşemê, taxeke Hewlêrê were paqijkirin.

Destnîşan kir jî, her çend paqijkirina cadeyan erkê hikûmetê ye, lê divê medya, mamostayên olî û rêxistinên jîngehparêziyê alîkariya hikûmetê bikin ji bo hişyarkirinê.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê got jî: “Divê welatî alîkariya me bikin ku çopê xwe li cihên ku me diyar kirine bihêlin.”

Ev nûçe bi tevahî 994 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:35