Li Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, di êrişên firokeyên F-16 ên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê de, 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

30 Cotmeh 2024 - 14:29
30 Cotmeh 2024 - 14:29
 0
Li Kerkûkê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de got: “Berî du rojan 4 firokeyên F-16 çar êrîş li dijî çekdarên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê pêk anîn.”

Da zanîn jî: “Piştî operasyonê, îro hêzeke hevbeş hêzên taybet ên artêşa Iraqê û rêveberiya îstixbarata Kerkûkê çûn cihê bûyerê û termên 8 çekdarên DAIŞê dîtin.”

Herwiha got: “Hêzên Iraqî çek, teqemenî, keresteyên lojîstîk û alavên pêwendiyê li cihê êrîşê dîtin, ku ew cih baregeheke sereke ya çekdaran bû

Ev nûçe bi tevahî 511 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:21:44