Li Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê teqiya

Boriyeke veguhestina gazê li rojavayê Kerkûkê teqiya, ku ji bo veguhestina gazê bo pêwîstiya navxwe dihat bikaranîn.

20 Gulan 2023 - 05:08
20 Gulan 2023 - 05:08
 0
Li Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê teqiya

Çavkaniyekî ji Polîsê Parastina Dezgehên Nefta Bakur roja Înê ragihand, “Teqîn dema tîma tamîrê li ser xeta boriyê dixebitî pêk hat û di dema lehîmkirinê de teqiya û şewatek mezin derket.”

Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re got, “Bûyer ne kiryareke terorîstî ye yan jî ti kes li pişt wê ye” û anî ziman ku di encama teqînê de boriyên bîrên Ab2 û Ab3 yên ber bi kargehên hilberînê ve hatin rawestandin.

Li aliyê din Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Kerkûkê Qeys Ebdulrezaq ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo kontrolkirina agir û alîkariya agirkujên Kompanyaya Petrol û Gazê ya Bakur me 2 tîm şandine û bi kêfxweşî karîn agir kontrol bikin.”

Qeys Ebdulrezaq her wiha got, “Tîm niha hewl çakkirina boriya petrolê didin û ya ku di metirsiyê de bû ew bû ku agir bi cotkarên sînorê rojavayê Kerkûkê ketibe lê rêgirî li belavbûna wê hat kirin û di bin kontrolê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 347 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:31:36