Li Kerkûkê teqînekê rûda
Şeva borî teqînekê li taxa Kurdistanî ya bajarê Kerkûkê rûda, li gor zanyariyan teqîn bi rêya bombeyekê bûye ku bi otomobîlekêve hatiye girêdan.

Derengên şeva borî li taxa Kurdistanî ya bajarê Kerkûkê bombeyek bi otomobîlekê ve hatiye girêdan û teqiyaye.
Peyamnêrê K24 eşkere kir: “Bombe bi otomobîla karmendekî hêzên ewlehiyê ve hatiye girêdan û di dema vegera bo mala xwe de bombe teqiyaye, di encama teqînê de ji bilî ziyanên maddî, ziyanê canî tune ye.”
Herwiha destnîşan kir ku piştî bûyerê hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn dest pê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 19:40:54