Li Meletiyê erd hejiya

Li navçeya Doğanşehir ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.

3 Avrêl 2024 - 09:04
3 Avrêl 2024 - 09:04
 0
Li Meletiyê erd hejiya

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Doğanşehir ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:48an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,9 kîlometre bûye.

Parêzgarê Meletiyê Ersîn Yazici ragihand ku heta niha ti xebera neyînî neçûye ji wan re.

 

Ev nûçe bi tevahî 384 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:33:53