Li Mêrdînê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin, zarokekî 4 salî jî birîndar bû

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da û zarokekî 4 salî jî birîndar bû.

18 Îlon 2023 - 04:36
18 Îlon 2023 - 04:36
 0
Li Mêrdînê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin, zarokekî 4 salî jî birîndar bû

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da û zarokekî 4 salî jî birîndar bû.

Li Qoserê kesekî bi çekê êrişî Necmettîn Atizê 31 salî kir.

Di encama êrişê de Necmettîn Atiz canê xwe ji dest da û zarokekî li kolanê jî ji lingê xwe birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, êrişkar 10 gule li Necmettîn Atiz reşandin û piştre ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Necmettîn Atiz rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 820 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:22