Li Mereşê erd hejiya
Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.
26 Çile 2024 - 02:56
26 Çile 2024 - 02:56
0
Erdhejê demjimêr 04:47an rû da û mezihaniya wê 3,8 pile bû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,41 kîlometre bûye.
Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.
Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.
Kaynak:
Nerina AzadEtîketan:
Ev nûçe bi tevahî 1119 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:58:05
Nûvekirina herî dawî: 22:58:05