Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina Îraq û Amerîkayê daxuyanî da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de bi başî nirxand.

26 Çile 2024 - 02:54
26 Çile 2024 - 02:54
 0
Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina Îraq û Amerîkayê daxuyanî da

Rêkeftin ji bo destpêkirina karê Komîteya Bilind a Leşkerî ya di navbera her du welatan de ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em bi başî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de dinirxînin ku ji bo destpêkirina karê Komîteya Bilind a Leşkerî (HMC) û pêşdebirina gotûbêjan li ser pêwendiyên dualî û paşeroja hevkariyên hevbeş ên di warên siyasî, aborî û yên çandî de ye.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku ew dê di rojên pêş de bi Îraqê re dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha got:

“Herêma Kurdistanê piştevaniya vê rêkeftinê dike û dê ji bo parastina aştî, ewlehî, aramî û serweriya welat û pêşxistina pêwendiyên li ser bingeha rêzgirtin, yekrêzî û berjewendiyên hevbeş alîkar be.”

Amerîka û Îraq dê di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin û Pentagonê ragihand ku ji bo guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê bernameyeke demkî tê danîn.

Ev nûçe bi tevahî 975 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:40