Li Mereşê 10 hezar û 194 kesan canê xwe ji dest dane

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, li Mereşê 10 hezar û 194 kesan canê xwe ji dest dane û li 308 kavilan xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan berdewam e.

13 Sibat 2023 - 06:06
13 Sibat 2023 - 06:06
 0
Li Mereşê 10 hezar û 194 kesan canê xwe ji dest dane

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê Mereşê derbarê xebatên erdehejê de civîneka rojnamevanî saz kir.

Soylu da zanîn, li Mereşê di encama erdehejê de 10 hezar û 194 welatî canê xwe ji dest dane.

Destnîşan kir jî, ji destpêka erdehjê heta niha li Mereşê li 4 hezar û 497 kavilan xebat ji bo rizgarkirina welatiyan hatiye kirin û ev xebat niha li 308 kavilan berdewam e.

Ev yek di demekê de ye, hejmara qurbaniyên erdhejê li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye 29 hezar û 605 kesan.

Ev nûçe bi tevahî 1002 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:16:44