Li Mereşê bûyera trafîkê: 2 mirî, 4 birîndar

Li parêzgeha Mereşê (Girgumê) ya Bakurê Kurdistanê, îro 28ê Kanûna 2022ê mînîbusek û otombîlekê li hev dan û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

28 Berfanbar 2022 - 10:16
28 Berfanbar 2022 - 10:16
 0
Li Mereşê bûyera trafîkê: 2 mirî, 4 birîndar

Îro 28ê Kanûnê li çarrêya Kolana Mustafa Kemal a Mereşê mînîbuseke veguhestinê û otombîlekê li hev dan. Di bûyerê de 6 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin. Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê şofêrê otombîlê D.Y. û birayê wî M.Y. canê xwe ji dest dan.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayên çavdêriyê (MOBESE) ve hatine tomarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 646 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:38:00