Li Mereşê qeza: Bav û kur mirin, dê û keç birîndar in
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de bav û kur mirin û dê û ke jî birîndar bûn.

Derengê şeva borî otomobîla bi şofêrtiya Yasîn Polat (33) li nêzîkî Taxa Kilavuzluyê ji rê derket û ket nav coya avê.
Li ser agahdarkirinê AFAD, polîs û tîmên tendursitiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de ajokar û hevjîna wî Merve û zarokên wan ên cêwî yên 3 salî yên bi navên Asil û Aslan birîndar bûn.
Tîman birîndar ji nav otomobîlê derxistin û birin nexweşxaneyên li bajêr.
Lê bav û kurê xwe yê 3 salî li nexweşxaneyê mirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:17:04