Li Mêrgesorê ji ber lêdana birûskê 5 Pêşmerge birîndar bûn
Qaymeqamê Mêrgesorê radigihîne, rewşa tenduristiyê ya 5 Pêşmergeyên ku birûskê lê dabûn, baş e û dê vegerin malên xwe.

Li navçeya Şêrwan Mezin a ser bi Mêrgesorê ve, îro danê sibê di encama lêdana birûskê de, 5 Pêşmerge birîndar bûbûn.
Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed ku li nexweşxaneyê serdana Pêşmergeyan kiribû, ji K24ê re ragihand, “Tenduristiya wan 5 Pêşmergeyan gelekî baş e û birînên wan sivik in.”
Xefûr Ehmed amaje bi wê yekê, dê hin pişknînên din jî ji wan Pêşmergeyan re bikin û piştre dê ji nexweşxaneyê derkevin.
Ev di demekê de ye, ji duh Çarşemê 14-02-2024 ve, pêleke baranbaranê ya xurt li parêzgehên Herêma Kurdistanê girtiye û heta niha berdewam e. Li hinek deverên çiyayî jî berf bariye.
Nûvekirina herî dawî: 05:56:59