Li navçeya Dîcleyê ya Amedê qedexe hat ragihandin

Li navçeya Dîcleyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 2 herêmên cuda 8 rojan wekî “herêma ewlehî ya taybet a demkî” hatin ragihandin û çûn û hatina wan herêman li xelkê hat qedexekirin.

12 Mijdar 2024 - 07:17
12 Mijdar 2024 - 07:17
 0
Li navçeya Dîcleyê ya Amedê qedexe hat ragihandin

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê û operasyonan berdewam qedexe têne ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand, bi armanca “ewlehiya neteweyî, rêkxistina raya giştî û dabînkirina aramiyê, rêgirîkirina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” li herêmên Pirêjiman û Çiyayê Gorsê ku li sînorê gundên Şingirika Jor in, ji 13ê Çiriya Paşîn heta 20ê Çiriya Paşîn qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariryê ji xelkê xwest ku ji bo ewlehiya can û malên xwe bê destûr neçin wan herêman.

Parêzgariya Amedê her wiha da zanîn ku kesên vê biryarê bin pê bikin dê bên cezakirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 352 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:10:00