Li Nisêbînê otomobîlek qulibî: 8 birîndar

Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê otomobîlek wergeriya û 8 kesên tê de birîndar bûn.

14 Îlon 2024 - 06:48
14 Îlon 2024 - 06:48
 0
Li Nisêbînê otomobîlek qulibî: 8 birîndar

Êvara roja Înê li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û qulibî.

Di qezayê de 8 welatiyên bi navên  M.G, M.A.D, B.D, H.D, Z.D, S.Z.D, D.D. û R.D. ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku rewşa her 8 birîndaran baş e.

 

Ev nûçe bi tevahî 461 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:32:34