Li Norşînê barana gur: Zerer gihîşt malan

- Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur bariya û lehî rabû.

7 Îlon 2024 - 06:59
7 Îlon 2024 - 06:59
 0
Li Norşînê barana gur: Zerer gihîşt malan

Di encama lehiyê de av ket hundirê çend malan û zerer gihîşte wan.

Doh danê êvarê li gundê Boryanê yê navçeya Norşînê ya Bedlîsê baraneke gur dest pê kir û bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber barana gur, av rabû û ket hundirê çend malan, di encamê de zerer gihîşte 3 malan.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûnd gund.

Hat ragihandin ku dê tîmên peywendîdar dest bi destnîşankirina zereran bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 509 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:02