Li paytexta Venezuelayê dengê teqînan hat bihîstin: Elektrîk qut bû

Dengê çend teqînan li Caracasa paytexta Venezuelayê hat bihîstin.

3 Çile 2026 - 11:01
3 Çile 2026 - 11:01
 0
Li paytexta Venezuelayê dengê teqînan hat bihîstin: Elektrîk qut bû

Beriya vê sibehê bi dema Venezuelayê, dengê zincîreyek teqînên bihêz ligel dengê firîna balafiran li esmanê Caracas a paytext hat bihîstin, vê yekê tirs û dilgiraniya di nav şêniyên bajêr de çêkir.

Îro demjimêr 02:00yê beriya sibehê bi dema Caracasê (demjimêr 09:00ê sibehê bi dema Hewlêrê) dengê gelek teqînên li pey hev paytext Caracas hejand û dengê bilind li piraniya taxên bajêr hat bihîstin.

Ji ber teqînan li beşa başûrê bajêr ku baregeheke leşkerî ya mezin lê ye, karebaya niştimanî qut bûye.

Şêniyên Caracasê dibêjin, wan herî kêm dengê 7 teqînên mezin bihîstiye ku hevdem li gel dengê balafiran bûye ku li asmanê paytext nizm difiriyan.

Gelek dîmenên vîdeoyî li ser torên medyaya civakî belav bûn ku ew kêlî tomar kirine dema ku teqîn li asmanê bajêr ronahiyê çêdikin û dengvedaneke wan a bihêz heye.

Ev rewş di demekê de ye ku hikûmeta Amerîkayê hêzeke deryayî ya mezin wekî beşek ji operasyona li dijî madeyên hişber şandiye Deryaya Karayîbê û çend caran amaje bi wê yekê kiriye ku hemû vebijêrkên ji bo danûstandina bi krîza Venezuelayê re li ser maseyê ne.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:13:23