PDK li ser pirsa Serokkomarê Iraqê û avakirina hikûmetê dicive

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) dê ji bo nîqaşkirina hilbijartinên Serokkomarê Iraqê û çend pirsên din ên girîng bicive.

3 Çile 2026 - 11:04
3 Çile 2026 - 11:04
 0
PDK li ser pirsa Serokkomarê Iraqê û avakirina hikûmetê dicive

Biryar e ku Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Serok Barzanî bicive. Ev civîn dê li Pîrmamê bê lidarxistin û cîgirên Serok Barzanî jî dê tê de amade bibin.

Ev civîn dê saet 10:00 ê sibehê bê lidarxistin. Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq, Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê jî dê tevlî civîna Mekteba Siyasî bibe.

Ev civîna yekê ya fermî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ye, piştî hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Iraqê.

Di civînê de çend mijar û pirsên girîng tên nîqaşkirin, yên herî berçav jî ev in:

- Posta Serokkomarê Iraqê û pirsa berbijarê PDKê ji bo wê postê.

- Nirxandina pêvajoya hilbijartina desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê.

- Danûstandinên li ser avakirina hikûmeta federal a nû û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû.

- Têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

- Rewşa giştî ya Iraq û deverê.

Civîna Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di demeka hestyar de ye. Piştî hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê di dawiya sala 2025ê de û hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê di rojên 29 û 30ê Beçileya 2025ê de, pêvajoya siyasî ya Iraqê niha li benda pêngavên destûrî yên bê ye.

Li gorî madeya 72ê ya destûra Iraqê, parlementoyê 30 roj hene ku serokomarekê nû hilbijêre. Piştî hilbijartina wî, Serokomar dê berbijarê fraksiyona herî mezin a parlementoyê destnîşan bike ku kabîneya nû ya hikûmeta federal ava bike. Niha Çarçoveya Hevahengiyê, wekî mezintirîn aliyê Şîeyan danûstandinên xwe ji bo destnîşankirina berbijarê serokwezîriyê zêde kirine.

Di vê navberê de, Parlementoya Iraqê deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê vekiriye, ku li gorî edetê siyasî para Kurdan e. Biryara PDKê li ser hebûna berbijarekî an jî lihevkirina bi aliyên din re dê bandoreka rasterast li ser nexşeya siyasî ya paşerojê ya Iraqê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hebe.

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:13:17