Li Qamişlo 400 ciwanên Kurd ji aliyê PYD hatin girtin

li Kurdistanê Rojava hejmara ciwanên Kurd yên ku, ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di 48ê demijmêrên borî de hatine girtin giheşte 400 kesî, girtin jî hê berdewame.

3 Avrêl 2017 - 03:54
3 Avrêl 2017 - 03:54
 0
Li Qamişlo 400 ciwanên Kurd ji aliyê PYD hatin girtin

Li gorî Çalakvanên Rêxsitnên sivîl ji bajarê Qamişlo, îro roja Yekşmê Asayîşa Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ser bi bazara navendî , bazara Aştî û ya keskatiyê de girt, herwiha ser bi xwerangehan û çayxana de girt û bi dehan ciwanên Kurd bo leşkariya necar girtin.

Herwiha heman çavkaniyê da zanîn ku, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bazgehên xwe li nav û destpêka bajaran bicih kirine û her ciwanekê ku, nasnana wî nebe ji aliyê wan ve tên girtin.

Wan çalakvana tekez kirin ku, hejmara ciwanên Kurd yên ku, ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di 48ê demijmêrên borî de giheşte 400 kesî, girtin jî hê berdewame.

Ev nûçe bi tevahî 1704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:53:17