Mehme Xelîl: Amerêkayê bernameyek bo derxistina PKK ji Şingalê amade kiriye

Qaymiqamê Qeza Şingalê ragehand ku, Amerîkayê bernameyek derbarê derxistina PKK ji Şingalê heye û ew daxwaz dikin ku, bi zûtirîn dem bername were cîbecîkirin.

3 Avrêl 2017 - 03:37
3 Avrêl 2017 - 03:37
 0
Mehme Xelîl: Amerêkayê bernameyek bo derxistina PKK ji Şingalê amade kiriye

Qaymiqamê Qeza Şingalê Mehme Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, piştî, gelek caran wan gazin û daxwazên Şingaliyan bo derxistina çekdarên Partiya Kakerên Kurdistanê(PKK) ji Şingalê û avakirina wê gihandine Waşingtonê, niha Amerîka derbarê wê yekê pilan û bernameyê amade dike û dem hat ku, PKK were derxistin û pilana Amerîka were cîbecîkirin.

Herwiha Heme Xelîl da zanîn ku, ji 20.06.2016ê ve Rêveberiya Şungalê nameyek di daxwazên Şingaliyan gehandibû Waşingtonê niha dem hat ku, li ser daxwazên wan rawestin û PKK vegere ji wî cihê ku, jêhatî û li Şingal nemîne.

Ev nûçe bi tevahî 1493 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:04:40