Li Qamişlo ciwanek mirî hat dîtin

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê cenazeyê ciwanekî ku hatiye kuştin di sindoqa otomobîla xwe de hat dîtin.

4 Mijdar 2022 - 03:55
4 Mijdar 2022 - 03:55
 0
Li Qamişlo ciwanek mirî hat dîtin

Cenazeyê ciwanê Kurd ê ji bajarê Qamişloyê, Nêçîrvan Mihemed Tahir Hibo yê ku berî 4 rojan winda bibû, di sindoqa otomobîla xwe de li ser Hîzama başûr li bajarê Qamişlo hate dîtin.

Hat diyarkirin ku nîşanên kêran li ser laşê Nêçîrvan hebûne û hêzên asayîşê dest bi lêkolînan kirine.

Ji destpêka vê salê ve rêjeya kuştinê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û gelek kesên ku hatine kuştin, kujerên wan nehatine naskirin.

Ev nûçe bi tevahî 462 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:35