Zelensky: Ji ber êrîşên Rûsyayê bi milyonan Ukraynî bê elektrîk in

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, zêdetirî 4.5 milyon Ukraynî ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser jêrxanên jiyanê, bê elektrîk mane.

4 Mijdar 2022 - 03:58
4 Mijdar 2022 - 03:58
 0
Zelensky: Ji ber êrîşên Rûsyayê bi milyonan Ukraynî bê elektrîk in

Volodimir Zelensky ragihand, nêzîkî 4.5 milyon welatiyên Ukraynî ji ber êrîşên Rûsyayê bê elektrîk mane, ev lawaziya Moskowê nîşan dide, ku nekariye li qadên şer li hember artêşa Ukraynayê bi ser bikeve.

Zelensky diyar kir: “Ew dixwazin gelê Ukraynayê wisa têk bişkînin.”

Ji 24ê Sibata borî ve, bi ferma Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hatiye kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî jî ber bi welatên Ewrûpayê aware bûne.

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:35:00