Li Rihayê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin girtin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi hinceta “endamtiya PKKyê” 2 kes hatin girtin.

1 Berfanbar 2023 - 04:41
1 Berfanbar 2023 - 04:41
 0
Li Rihayê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin girtin

Li Rihayê roja 27ê Çiriya Paşînê tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê “operasyonek” kir û bi hinceta “endamtiya PKKyê” 6 kes desteser kirin.

Piştî karên îfadeyê li Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê doh 6 kes ji Dadgeha Rihayê re hatin şandin.

Dadgehê derbarê 2 kesan de biryara girtinê da û 4 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 642 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:39