Li Rihayê pevçûn: Kuştiyek û 2 birîndar

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

10 Berfanbar 2023 - 14:49
10 Berfanbar 2023 - 14:49
 0
Li Rihayê pevçûn: Kuştiyek û 2 birîndar

Li gor zanyariyan, li navçeya Karakopruyê du malbatên ku pêştir di navbera wan de pirsgirêk hebû bi kêran êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û kesên tevlî pevçûnê bûbûn desteser kirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Karakopruyê.

Li ser belavbûna xebera pevçûnê, mirovên her du aliyan li ber Rêveberiya Ewlehiyê ya Karakopruyê kom bûn.

Li ber Rêveberiya Ewlehiyê di navbera xizmên her du aliyan de careke din pevçûn derket û her du aliyan bi çekan êrişî hev kir.

Di encama bûyerê de 3 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Birîndarekî ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan li cihê bûyerê 4 kes desteser kirin.

Ev nûçe bi tevahî 803 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:13:35