Li Semsûrê qeza: 4 mirî û 6 birîndar hene

Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev xist.

11 Berfanbar 2023 - 05:00
11 Berfanbar 2023 - 05:00
 0
Li Semsûrê qeza: 4 mirî û 6 birîndar hene

Li gorî DHAyê, di encama vê qezayê de 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî heman nûçeyê her du otomobîl li ser rêya Kolik-Siwêregê li hev qelibîn.

Hasan Komur, Fadîlê Komur, Fatman Komur û Gulîzar Ormanê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê 6 birîndar rakirin Nexweşxaneya Kolikê.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran giran e.

Ev nûçe bi tevahî 1273 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:01:04