Li Rihayê qeza: 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Xelfetiyê Rihaya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û motorek li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn.

20 Berfanbar 2023 - 03:42
20 Berfanbar 2023 - 03:42
 0
Li Rihayê qeza: 6 kes birîndar bûn

Motora ku Burhan Çulcu diajot û otomobîla şofêrê wê Mustafa Sadak li navçeya Xelfetiyê li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr, Meryem Sadak, Tuncay Korkmaz, Kasim Opak û Halîl Çulcu birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xelfetî û Bêrecikê.

Ev nûçe bi tevahî 403 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:48:46