Li Rihayê qeza: Mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

5 Sibat 2024 - 03:15
5 Sibat 2024 - 03:15
 0
Li Rihayê qeza: Mirî û birîndar hene

Li taxa Gulubagê ya Rihayê derengê şeva borî 2 otomobîl li hev qelibîn.

Şofêrê otomobîlekê Omer Ş. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîla din A.A. tevî kesekî din ê ku pê re bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê.

Ev nûçe bi tevahî 900 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:10:11