Li Rihayê êrişî restoranê hat kirin, 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî hinek kesan bi demançeyan êrişî restorantekê kir û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

15 Berfanbar 2023 - 05:06
15 Berfanbar 2023 - 05:06
 0
Li Rihayê êrişî restoranê hat kirin, 5 kes birîndar bûn

Li gorî zanyariyan, li Taxa Karşiyakayê ya Rihayê, şeva borî hinek kesan bi demançeyan gule li restoranekê reşandin.

Di encama êrişê de xebatkar û mişteriyên li restorantê yên bi navên Hamza Çîftçî, Îbrahim Çîftçî, Mehmet Emîn Çîftçî, Erol Arca û Firat Yildiz birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 5 birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 6 kes hatin desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 558 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:44:03