Li Rihayê ji ber şerê zeviyê 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Girê Sor a ser bi Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji ber nelihevkirina ser zeviyê de şerê bi kevir û daran derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

18 Gulan 2023 - 05:59
18 Gulan 2023 - 05:59
 0
Li Rihayê ji ber şerê zeviyê 5 kes birîndar bûn

Du malbatên li Taxa Gurakarê ku ji ber erd di navbera wan de neyartî hebû di demeke kurt de ketin qirika hev û bi kevir û daran li hev xistin.

Şêniyên taxê kirin hewar û tîmên tendûristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di şerê herdu malbatan de 5 kesên birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin.

Ekîbên cendirmeyan piştî şerê herdu malbatan li taxê tedbîrên ewlehiyê hilda.

Ev nûçe bi tevahî 1210 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:38:26