Li Rihayê qeza: 9 birîndar

Li navçeya Sîweregê ya Rihayê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

12 Îlon 2023 - 04:10
12 Îlon 2023 - 04:10
 0
Li Rihayê qeza: 9 birîndar

Otomobîla ku şofêrê wê Mahmut G. (43) li ser rêya Sîweregê û Gundê Xijdariyê li kamyoneta ku şofêrê wê Hakan K. (19) qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmêb teduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Bîlal G. (45), Ayşe G. (12), Beyaz G. (6), Murvet G. (8), Fatma D. (39), Muhammet Cuma C. (18) û Harun K. (33) birîndar bûn.

Tîma tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.

Hat ragihandin ku rewşa Murvet G.yê giran e.

Ev nûçe bi tevahî 1038 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:37:22