Li Semsûrê qeza: 4 kesan canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Semsûrê di bûyereke trafîkê de 4 kesan cane xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

17 Tebax 2023 - 02:51
17 Tebax 2023 - 02:51
 0
Li Semsûrê qeza: 4 kesan canê xwe ji dest da

Li ser rêya navçeya Serê Golanê ya Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Sefa Eken û welatiyên bi navê Cansu Eken, Cansu Guler û Eren Eken ku di otomobîlê de bûn canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 welatiyên bi navên Ramazan Ç., Huseyîn Avnî Doruk û Akîf Eken jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneyê.

Ev nûçe bi tevahî 553 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:58:19